Rojev

Li Ercişa Wanê Jinaka 61 Salî di Qezaya Erebeyê de Jiyana Xwe Ji Dest Da
Li navçeya Ercişê, Gülşen Gündüz a 61 salî dema ku hewl dida derbasî aliyê dî ê rê bibe, di encama lêdana erebeyekê de jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Ercişê ya Wanê, li ser rêya bajaran a Wan û Agiriyê li taxa Salihêyê di demên êvarê de qezayeke trafîkê çêbû. Gülşen Gündüz a 61 salî, dema ku hewl dida derbasî aliyê dî ê rê bibe, erebeyeke bi plaqeya 06 DFM 388 li wê da.
Piştî qezayê, tîmên Tenduristiyê yên 112ê hatin cihê bûyerê û li wir destwerdan li Gündüzê kirin. Lê tevî hemû destwerdanan jî Gülşen Gündüz jiyana xwe ji dest da.
Aşovêrê erebeyê ji aliyê tîmên polîsan ve hat binçavkirin. Cenazeyê Gündüzê, piştî lêkolînên li cihê bûyerê, ji bo karûbarên pêwîst hat hildan.
Çavkanî: Van Ekspres