
Termê Ahmet Pektaşê 17 salî yê ku li Tuşbaya Wanê winda bûbû, li Bendava Sıhkeyê hat dîtin
Ahmet Pektaşê ku du hefte bûn li navçeya Tuşbaya Wanê winda bûbû, li Bendava Sıhkeyê ya li Îpekyoluyê mirî hat dîtin.
Ahmet Pektaşê 17 salî ku nêzî du hefteyan bû li navçeya Tuşbaya Wanê wekî winda dihat gerîn, piştî ku ji malê derketibû tu agahî jê nehatibûn girtin. Malbat û xizmên wî xebateke berfireh a lêgerînê dimeşandin.
Welatiyên ku li Bendava Sıhkeyê ya li navçeya Îpekyoluyê kesekî ku bêliv li ser avê dîtin, rewş ji Navenda Banga Lezgîn a 112yê re ragihandin. Tîmên polîsan, tenduristiyê, AFAD û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê bûn.
Polîsan piştî lêkolînên di bin avê de diyar kirin ku ew kes jiyana xwe ji dest daye. Piştî lêkolînên dozgerê komarê yê nobedar, hat tespîtkirin ku termê hanê yê Ahmet Pektaş e. Termê Pektaş ji bo tespîtkirina nasnameyê û karên otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Wanê.
Çavkanî: Rûdaw