PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li navçeyên Çaldêran, Muradiye, Saray û Qelqelî yên Wanê rojekê navber dan perwerdeyê
Ji ber mercên xirab yên hewayê û barîna zêde ya berfê, di 23ê Çiriya Paşîn de li çar navçeyan hemû saziyên perwerdeyê rojekê hatin girtin.

Li navçeyên Çaldêran, Muradiye, Saray û Qelqelî yên Wanê rojekê navber dan perwerdeyê

Ji ber mercên xirab yên hewayê û barîna zêde ya berfê, di 23ê Çiriya Paşîn de li çar navçeyan hemû saziyên perwerdeyê rojekê hatin girtin.

Li navçeyên Çaldêran, Muradiye, Saray û Qelqelî yên Wanê, ji ber barîna zêde ya berfê û cemedê, di roja Duşemê 23ê Çiriya Paşîn de li hemû saziyên perwerdeyê yên fermî û taybet rojekê navber hate danîn.

Qaymeqamtiya Çaldêranê, li ser nirxandina Midûriyeta Herêmî ya Meteorolojiyê da xuyakirin ku li navçeyê barîna berfê berdewam dike û ragihand ku di 23ê Çiriya Paşîn de hemû saziyên perwerdeyê dê girtî bin. Qaymeqamtiya Muradiyê jî da zanîn ku di heman rojê de li hemû saziyên perwerdeyê navber tê danîn.

Qaymeqamtiya Sarayê bal kişand ser barîna zêde ya berfê û xetereya cemedê û diyar kir ku saziyên perwerdeyê dê rojekê girtî bimînin. Qaymeqamtiya Qelqeliyê jî ragihand ku ji ber berf, cemed û temê di heman dîrokê de hemû saziyên perwerdeyê yên fermî û taybet dê girtî bin. Her wiha hat ragihandin ku xebatkarên astengdar û ducanî yên li saziyên dewletê û ew dayikên ku zarokên wan di navbera 0-6 salî de ne, di vê rojê de mola îdarî ne.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler