
Li çar navçeyên Wanê 23ê Çiriya Paşîn dibistan rojekê hatin betalkirin
Ji ber berfa zêde, cemad û mijê, li navçeyên Muradiye, Çaldêran, Serêyê û Qerqelîyê saziyên perwerdeyê di 23ê Çiriya Paşîn de hatin girtin.
Hewa baranî ku ev çend hefte ne li Wanê bandorê dike, li navçeyên Muradiye, Çaldêran, Serêyê û Qerqelîyê bû sedema berfa zêde, cemad û mijê. Ji ber van mercan, roja duşemê 23ê Çiriya Paşîn li hemû saziyên perwerdeyê yên fermî, taybet û yên dewamî rojekê navber hat danîn.
Qaymeqamiyên navçeyan ragihandin ku hemû xebatên perwerdeyê, tevî Navendên Perwerdeya Gel, Navendên Piştgiriya Malbatê û Navendên Reahbîlîtasyonê hatine rawestandin. Ev biryar piştî nirxandinên bi Rêveberiya Meteorolojiyê ya Herêmê re hat girtin.
Karkerên dewletê yên ku astengdar in, nexweşiyên wan ên giran hene, ducanî ne û dayikên ku zarokên wan di navbera 0-6 salî de ne jî di heman rojê de wek murexez hatin hejmartin.
Çavkanî: Şehrivan Gazetesi