
Li cîên bilind ên Wanê mercên zivistanê dibin sedema fikarê
Li taxên gundewarî yên bilind ên Wanê berfa zêde û girtina rêyan welatiyan di xîne rewşeke dijwar.
Bi nêzîkbûna werzê zivistanê re, fikarên welatiyên ku li taxên gundewarî yên bilind ên navçeyên Muks, Şax, Elbak, Payizava û Çaldêranê yên Wanê dijîn, li ser mercên dijwar ên zivistanê zêde dibin.
Ji ber berfa zêde girtina rêyên tax û gundan, zehmetbûna çûnûhatinê, zehmetiya gehiştina hewcedariyên bingehîn, zehmetiyên di gehiştina xizmetên tenduristiyê de û zêdebûna mesrefên germkirinê di nav pirsgirêkên sereke yên xelkê herêmê de ne.
Welatî dixwazin beriya ku mercên zivistanê giran bibin amadekariyên pêwîst bên temamkirin, xebatên li dijî berfê bi wextî bên kirin, gehiştina xizmetên tenduristiyê bibe garanti û piştgirî bidin malbatên hewcedar. Tê hêvîkirin ku saziyên peywendîdar beriya zivistanê van tedbîran bigirin.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi