Rojev

Li ser rêya Wan û Qerqelîçê di encama lihevdana bazirganî û mînîbusê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya li ser rêya Wan û Qerqelîçê de 9 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Duh êvarê li ser rêya Wan û Qerqelîçê TIRek û mînîbusek li hev dan. Di encama lihevdana wan de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku Vanhaberê ji rayedarên Îranê girtine, navên kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dane ev in: Efsane Muhtarzade, Neda Nuri, Zeynep Hüseyinnejad, Hadice Bedagi, Leylan Velihanlu, Ali Haydernejad, Hadi HasanZade, Behzad Ferhengmehr û Nur Ali Murad Muhtarzade. Ji bo veguhastina cenazeyên kesên mirî bo Îranê karkirinên fermî berdewam dikin.
Tedawiya 5 kesên birîndar li nexweşxaneyan berdewam dike û lêkolîna li ser qezayê jî hêj tê kirin.
Çavkanî: Van Ekspres