
Îhale ya Stadyuma Nû ya Bajarê Vanê ji bo Noven İnşaatê Hatiye Vekirin
Karê çêkirina stadyuma nû ya bajarê Vanê, bi pêşniyara 2 milyar û 345 milyon û 486 hezar TL'yî ji şirketa Noven İnşaatê re hat dayîn.
Di îhaleya ku di 30ê Îlonê de ji aliyê Serokatiya Maqamê Şopandin û Koordînasyona Veberhênanê ya Vanê (YİKOB) ve hatibû organîzekirin de 22 şirket beşdar bûn.
Pştî nirxandinan di 11ê Mijdara 2026an de îhale hat bidawîkirin û şirketa Noven İnşaat Yatırım Madencilik A.Ş. ku navenda wê li Vanê ye, bi pêşniyara herî guncaw wek şirketa berpirsiyar hat diyarkirin.
Lêçûna nêzîkî ya projeya stadyumê wekî 3 milyar û 614 milyon û 731 hezar TL hatibû hesabkirin, lê Noven İnşaatê 2 milyar û 345 milyon û 486 hezar TL pêşniyar kir; ferqa di navbera herdû reqaman de wekî 1 milyar û 269 milyon û 245 hezar TL hat tomarkirin.
Li gorî daxuyaniya îhaleyê ku ji aliyê YİKOBê ve hat belavkirin, tê payîn ku stadyuma nû ji roja radestkirina cihê projeyê ve di nav 700 rojên salnameyê de bête qedandin.
Çavkanî: Van Olay