
Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanan a Wanê, Roja Cîhanî ya Masîgirtinê pîroz kir
Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanan a Wanê, bi boneya 21ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Masîgirtinê, kedkarên vî warî pîroz kirin.
Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanan a Wanê, bi boneya 21ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Masîgirtinê, li ser medyaya civakî peyamek weşand û hemû kedkarên vî sektorî pîroz kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sektora berhemên avî, ji nêçîrvaniyê heta kedîkirinê, ji pêvajokirinê heta hinardekirinê di qadeke berfireh de çalakiyeke aborî ya girîng e û spasiya keda xebatkaran hat kirin.
Gola Wanê û çavkaniyên din ên avê yên Wanê, bi cureyên masiyan ên biqîmet ên wekî masiyê înciyê (inci kefali), xwedî potansiyeleke bilind a berhemên avî ne. Nêçîra masiyê înciyê ji bo aboriya herêmê xwedî girîngiyeke mezin e û ji bo gelek welatiyan çavkaniya debara jiyanê ye.
Di peyama pîrozbahiyê de bal hat kişandin ser parastina çavkaniyên avî, masîgirtina domdar û pêwîstiya piştgirîkirina xebatkarên vî sektorî.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi