PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Fûara Turîzmê ya Wanê Standa Şaredariya Şaxê bi Tamên Herêmî û Destkaran BAL KŞAND
Şaredariya Şaxê, li Fûara Turîzm û Geştyariyê ya Navneteweyî ya Anatoliya Rojhilat a li Wanê, bi standa xwe ya ku sê rojan dom kir, berhemên herêmê yên kevneşopî da nasîn.

Fûara Turîzm û Geştyariyê ya Navneteweyî ya Anatoliya Rojhilat ku cara 15an hat organîzekirin, sê rojan dom kir û li Wanê pêk hat. Şaredariya Şaxê, ji bo ku nirxên çandî û xwarinên navçeyê bide nasîn standek vekir.

Li standê berhemên destkaran ku ji darên gûzan hatine çêkirin û kîlîmên herêmê hatin nîşandan. Ji bo mêvanan penêrê bi giya yê Şaxê, nanê tenûrê, gûz û hêngeva zozanan a xwezayî hatin pêşkêşkirin.

Hevserokên Şaredariya Şaxê Gülten Baran û Reşat Eraslan, di dema fûarê de di nav mêvanên ku hatin serdana standê de bûn, berhem dan nasîn û spasiya mêvanan kirin. Rayedaran diyar kir ku xebatên wan yên ji bo nasîna nirxên xwezayî, çandî û xwarinên herêmê dê berdewam bikin.

Çavkanî: Van Ekspres

İlgili haberler