
Li YYÜya Wanê di 19ê Mijdarê de Konsera ‘Stranên Azerbaycanê’
Zankoya Yüzüncü Yıl a Wanê di 19ê Mijdarê roja Pêncşemê saet di 18.00an de li Navenda Medya û Çandê ya Prof. Dr. Cengiz Andiç konsereke muzîka Azerbaycanê amade dike.
Zankoya Yüzüncü Yıl a Wanê, bi mebesta ku berhemên bijarte yên muzîka Azerbaycanê bigehîne ji hezkerên hunerê re, dê konsera bi navê "Stranên Azerbaycanê" di 19ê Mijdarê roja Pêncşemê saet di 18.00an de li Navenda Medya û Çandê ya Prof. Dr. Cengiz Andiç çêbike.
Di konserê de, Mamosteyê Zankoyê Doktor Rahim Asgarzade dê solîstiyê bike û Alîkarê Vekolînê Ufuk Ayyıldız jî dê bi piyanoyê li gel bixebite. Bi xebata hevbeş a her du hunermendan, berhemên navdar yên muzîka Azerbaycanê dê pêşkêşî guhdaran bibin.
Zankoya YYÜ ya Wanê bi vê çalakiyê balkişand ser hêza muzîkê ya yekxistinê û xurtkirina peywendiyên çandî. Konser ji bo hemû welatiyên ku dixwazin muzîka Azerbaycanê ji nêz ve nas bikin û li stranan guhdar bikin vekirî ye.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi