
Xwendekarên Fakulteya Eczacitiyê ya Van YYÜyê di Pêşbirka Kozmetekê de li Turkiyeyê Bûn Sêyem
Seyide Selin Kırşen û Derya Enük bi projeya ‘Neo Spike DNA Repair’ di nav 260 serlêdanan de cîhê sêyem girtin.
Xwendekarên pola 5an yên Fakulteya Eczacitiyê ya Zanîngeha Yüzüncü Yıl a Vanê (Van YYÜ) Seyide Selin Kırşen û Derya Enük, bi projeya xwe ya bi navê ‘Neo Spike DNA Repair’ tevlî Pêşbirka Kozmetekê (Înovasyona Kozmetikê) bûn. Ji çar aliyê Turkiyeyê bi tevahî 260 serlêdanên projeyan ji bo pêşbirkê hatibûn kirin û xwendekar ketin nav 25 projeyên yekem û derbasî finalê bûn.
Bernameya finalê di 23yê Çiriya Pêşîn a 2026an de li Enqereyê hat çêkirin. Piştî nirxandina juriyê, projeya ‘Neo Spike DNA Repair’ di nav finalistan de bû sêyem û li seranserê Turkiyeyê pileya sêyem bi dest xist.
Rêberiya projeyê ji layê Endama Mamostetiya Fakulteya Eczacitiyê ya Van YYÜyê Dr. Tuba Kuşman Sayğı ve hat kirin. Zanîngehê di daxuyaniya xwe ya derbarê vê serkeftinê de ev tişt gotin: “Ji ber vê serkeftina ku bi projeya di bin rêberiya Dr. Tuba Kuşman Sayğı de hatî bi dest xistin, wek malbata Van YYÜyê em mamosteya xwe ya rêber û xwendekarên xwe pîroz dikin û di xebatên wan yên nûjen û zanistî de berdewamiya serkeftinê ji wan re dixwazin.”
Çavkanî: Vansesi Gazetesi