
Rektorê YYÜ yê Wanê Şevli dê li COP31ê Tevlî Panela Hewza Gola Wanê Bibe
Prof. Dr. Hamdullah Şevli dê li Antalyayê di çarçoveya COP31ê de bibe moderatorê panela li ser Hewza Gola Wanê û guherîna iklimê.
Rektorê Zanîngeha Yüzüncü Yıl a Wanê Prof. Dr. Hamdullah Şevli, dê di çarçoveya Konferansa 31ê ya Aliyan a Peymana Çarçove ya Guherîna Îklimê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de bibe moderatorê panela bi sernavê "Li Hewza Gola Wanê û Derdora Wê Guherîna Îklimê ya Global û Pêşeroja Domdar" ku dê li Antalyayê çêbibe. Panel dê di 14ê Mijdara 2026an roja Şemiyê saet di navbera 17.00-18.00an de li Herêma Keska COP31ê, di Salona Panela 1ê de bê lidarxistin.
Di panelê de Rektorê Zanîngeha Bitlis Erenê Prof. Dr. Necmettin Elmastaş, Rektorê Zanîngeha Muş Alparslanê Prof. Dr. Mustafa Alican û Rektorê Zanîngeha Colemêrgê Prof. Dr. Musa Gençcelep jî dê wekî axaftvan cîh bigirin. Di rûniştinê de bandorên guherîna îklimê yên li ser çavkaniyên avê, cihêrengiya biyolojîk, hilberîna çandiniyê û ekosîstemên xwezayî yên Hewza Gola Wanê, birêvebirina domdar a avê, parastina ekosîstemê û stratejiyên lihevhatinê dê werin nîqaşkirin.
Şevli dê di panelê de di derbarê xebatên zanistî û saziyî yên Zanîngeha Yüzüncü Yıl a Wanê yên di qada domdariyê de pêşkêşiyekê jî bide. Di pêşkêşiyê de projeyên wekî veberhênanên enerjiya nûjenbar, sepandinên bermahiya sifir, teserûfa avê, birêvebirina domdar a avê û sepandinên kampûsa kesk dê werin diyarkirin.
Çavkanî: Van Ekspres