
Mamosteyê teqawît ê ji Wanê mala xwe kir galeriya hunerî
Rifat Çalişkan, hezkirina xwe ya 55 salan a ji bo wêneyan li beşek ji mala xwe nîşan dide û li Wanê amadekariya pêşangeheke kesane dike.
Mamosteyê teqawît Rifat Çalişkan ê ku li navçeya Erdîşê ya Wanê dijî, di salên dibistana navîn de bi hunera wênekêşiyê re nas kir û di sala 1977an de ji Enstîtuya Perwerdehiyê ya Wanê wekî mamosteyê polê mezûn bû. Di dema mamostetiyê de jî hezkirina xwe ya ji bo wêneyan domand û bi kursa perwerdehiya navxweyî ya du mehan, zanîna xwe ya di vî warî de xurtir kir.
Piştî 23 salan ji teqawîdbûna xwe, ew çavdêrî û bîranînên ku kom kirine xiste ser tûwalê û beşek ji mala xwe veguherand galeriya hunerî ya ku tê de dîmenên xwezayê, çîrokên mirovan û çanda Anadoluyê cih digirin. Çalişkan ê ku havînan li baxçeyê xwe û zivistanan jî li mala xwe dixebite, bi gundiyên ku wêneya wan dikişîne û mirovên li zeviyan dixebitin re sohbet dike û çîrokên wan vediguhezîne ser wêneyên xwe.
Çalişkan ê ku li bajarên cuda yên Tirkiyeyê pêşangehên kesane vekirine û beşdarî gelek pêşangehên hevpar bûye, amadekariyên xwe yên ji bo pêşangeheke nû li Wanê didomîne. Hunermendê ku piştî erdheja Erdîşê di pêvajoyeke hestyarî de 8 tabloyên erdhejê amade kirine, diyar dike ku wênekêşî parçeyekî jiyana wî yê bêqet e.
Çavkanî: Kurdistan24