
VASKÎyê li Erdîşê ji bo 500 Malan Jêrxana Nû ya Avê Avakir
Îdaresa Av û Kanalîzasyonê ya Wanê li Erdîşê girêdana avê ya nêzîkî 500 malan nû kir û boriyên kevn ên asbestê bi boriyên polîetîlen hatin guhertin.
Rêveberiya Giştî ya VASKÎyê di çarçoveya xebata xurtkirina jêrxana ava vexwarinê ya li navçeya Erdîşê de, girêdanên avê yên nêzîkî 500 malan nû kirin. Boriyên kevn ên asbestê hatin betalkirin û boriyên polîetîlen (PE) yên ku berê hatibûn danîn li torê hatin girêdan û xetên nû hatin aktîfkirin.
Bi vî awayî girêdanên ava vexwarinê ji bo malan hatin çêkirin û gehiştina welatiyan a ji bo ava paqij û ewle bêtir hêsan bû. VASKÎ li 13 navçeyan xizmetê dike û armanc dike ku jêrxanê xurt bike, pêşiya wendabûna avê bigire û ava bênavber bide xelkê.
Muxtarê Taxa Kışlayê Şahin Aliş kêfxweşiya xwe ya ji bo van xizmetan anî ziman û spasiya Waliyê Wanê Ozan Balcı kir. Aliş diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ji bo xelkê taxê girîngiyeke mezin hildigire.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi