
VEDAŞ li Wanê û Parêzgehên Herêmê Bînayên Xizmetê Nû Dike
Li bînayên xizmetê yên li Wan, Muş, Bedlês û Colemêrgê xebata berfireh a nûjenkirinê dê di dawiya Mijdarê de dest pê bike û di dawiya sala 2027an de temam bibe.
Şirketa Belavkirina Elektrîkê ya Vangölü (VEDAŞ) ragihand ku ew ê li bînayên xizmetê yên navend û navçeyên parêzgehên Wan, Muş, Bedlês û Colemêrgê xebateke berfireh a nûjenkirinê dest pê bike. Ev gav bi armanca ku xizmeteke baştir û rehettir pêşkêşî welatiyan bibe tê avêtin.
Tê plankirin ku xebat di dawiya meha Mijdarê de dest pê bikin. Di qonaxa yekem de xebat dê li bînayên xizmetê yên navçeyan bêne kirin û paşê li gorî bernameyê dê li cihên din ên xizmetê jî bêne berfirehkirin. Tê armanc kirin ku proje di dawiya sala 2027an de temam bibe.
Armanca sereke ya vê nûjenkirinê ew e ku mercên fizîkî yên cihên xizmetê bêne çêtir kirin û dorhêleke nûtir û rehettir bê çêkirin. Bi vê yekê, welatî dê karibin kar û barên xwe yên li ser xizmeta elektrîkê bi awayekî ewletir û rehettir bikin.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi