
Visit Kurdistan li Brukselê di Xelatên Cîhanî yên Tûrîzmê de du xelat wergirtin
Platforma fermî ya tûrîzma Herêma Kurdistanê "Visit Kurdistan", di Xelatên Cîhanî yên Tûrîzmê 2026an de li Brukselê xelatên "Tecrubeya Herî Baş a Tûrîzma Dîjîtal" û "Cihê Herî Baş ê Mîrata Çandî" wergirtin.
Platforma fermî ya danasîna tûrîzma Herêma Kurdistanê "Visit Kurdistan", li paytexta Belçîkayê Brukselê di merasîma Xelatên Cîhanî yên Tûrîzmê 2026an (World Tourism Awards) de du xelatên navneteweyî wergirtin. Xelat di çarçoveya Foruma Tûrîzma Cîhanî (GTF) de li Muzexaneya Hunerên Bedew a Qraliyeta Belçîkayê hatin dayîn.
Platformê bi projeya xwe ya rastiya sanal (3D Virtual Reality) ya ji bo Kelha Hewlêrê ya dîrokî, xelata "Tecrubeya Herî Baş a Tûrîzma Dîjîtal" (Best Digital Tourism Experience) wergirt. Ev proje dihêle ku bikarhêner ji dûr ve kolan û pêkhateya dîrokî ya kelhê bibînin û tecrube bikin.
Xelata duyemîn di kategoriya "Cihê Herî Baş ê Mîrata Çandî" (Best Heritage Destination) de hat dayîn. Juriyê, danasîna serkeftî ya dîroka bi hezaran salan, mîrata arkeolojîk û piralîbûna çandî ya Herêma Kurdistanê li ser asta navneteweyî pesend kir.
Rêveberê Têkiliyên Giştî Helmet Kesteyî tekez kir ku ev her du xelat, mîrata şaristaniya kûr a Kurdistanê di tûrîzma cîhanê de tînin rêzên pêşîn. Platforma "Visit Kurdistan" di Hezîrana 2025an de ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû destpêkirin û hikûmet armanc dike ku heta sala 2035an 20 milyon tûrîstên biyanî bikişîne herêmê û ji bo hezaran ciwanan derfetên kar peyda bike.
Çavkanî: Kurdistan24