
DYA’yê êrişeke bi bomban bir ser girava Qeşmê ya Îranê
Wall Street Journalê nûçe da ku DYA’yê êrişeke dawî ya leşkerî û bisînor biriye ser girava Qeşmê ya li Tengava Hurmuzê.
Wall Street Journalê ragihand ku DYA’yê roja duşemê êriş biriye ser girava Qeşmê ya Îranê ku li Tengava Hurmuzê ye. Ev êriş piştî wê yekê hat ku Donald Trump di heman rojê de got di gotûbêjên li gel Tehranê de pêşketin çêbûye û peymanek ji bo bidawîanîna şer mumkun e.
Rojnameyê diyar kir ku bombebarana li ser Qeşmê, dawî ji rêze-êrişên leşkerî yên bisînor e ku Washingtonê di heftiyên borî de bi dizî dijî Îranê kirine. Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku li giravê peywendîdar pênc dengên teqînên bihêz hatine bihîstin û xelkê devera giravê du balafirên şer dîtine. Wezareta Parastinê ya DYA’yê û Fermandariya Navendî (CENTCOM) hêj ev êriş piştrast nekirine.
Bervêrên DYA’yê van êrişan wek "gavên parastinê" bi nav dikin ku armanca wan jêbirina derfetên Tehranê ye ji bo êrişkirina ser keştiyên bazarganiyê yên li Tengava Hurmuzê. Washingtonê daxuyaniyeke fermî û eşkere neda da ku ev êriş wek destpêkirina operasyoneke mezintir a leşkerî neyên famkirin.
Tengava Hurmuzê rêyeke girîng a veguhastina nefta cîhanê ye. Ji dawiya meha sibatê ve tengav bi piranî girtî bû; bi zêdebûna hêviyên ji bo bidawîanîna şer, bihayên neftê ku ji ber girtina tengavê ji hêla Îranê ve bilind bibûn, roja duşemê zêdetirî ji sedî 7 daketin.
Çavkanî: Rûdaw