PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Wezareta Derve ya DYA'yê teqezî li ser kontrolkirina çekan ji layê dewletê ve li Iraqê û piştevaniya bo Herêma Kurdistanê kir
DYA'yê piştgirî da ku çek li Iraqê di bin kontrola dewletê de bin û Herêma Kurdistanê ya bihêz wekî bingeha peywendiyên DYA-Iraqê dît.

Wezareta Derve ya DYA'yê teqezî li ser kontrolkirina çekan ji layê dewletê ve li Iraqê û piştevaniya bo Herêma Kurdistanê kir

DYA'yê piştgirî da ku çek li Iraqê di bin kontrola dewletê de bin û Herêma Kurdistanê ya bihêz wekî bingeha peywendiyên DYA-Iraqê dît.

Berpirsekî Wezareta Derve ya DYA'yê di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24'ê di roja Şemiyê 21ê Mijdara 2026an de ragihand ku ew piştevaniyê li Herêma Kurdistanê ya bihêz, yekgirtî û xweragir dikin û ev herêm stûna sereke ya peywendiyên DYA û Iraqê ye.

Berpirsî piştgiriya DYA'yê bo serweriya dewletê, mafên civakan û bersivdana qeyranên mirovî dubare kir. Wî da zanîn ku ew piştevaniya dîtina Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bo Iraqeke meya û ava dikin – ku xizmetkirina gel, bihêzkirina hevkarîyên herêmî û xistina hemû çekan di bin kontrola dewletê de dihewîne – û li bende ne ku Zeydî van sozên xwe bîne cih.

Dûrî vê yekê, berpirsî behsa mijara Sûriyê jî kir û diyar kir ku Washington piştevaniya Sûriyeyeke yekgirtî û serbixwe dike ku tê de Kurd û hemû pêkhateyên din ji mafên hemwelatiya wekhev, ewlehî û beşdariya çalak di rêveberiyê de bêpar nebin, û dê li ser hewldanên bo aramiya domdar berdewam be.

Derbarê qeyrana mirovî ya li Xezeyê de, berpirsî got ku DYA ji bo gehandina alîkariyên girîng bo herêmê ji nêz ve legel Hikûmeta Îsraîlê, Civata Aştiyê, welatên hevbeş û rêxistinên navdewletî kar dike. Wî da zanîn ku DYA wekî beşdarê herî mezin ji agirbestê vir ve zêdetirî 870 mîlyon dolar alîkariya mirovî pejirandiye û bi taybetî balê dikişîne ser amadekariyên zistanê, lê hebûna çekdarî ya Hamasê dabeşkirina alîkariyan zehmet dike.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler