
Xalid Nermo: Hikûmeta Herêma Kurdistanê azadiya olî diparêze
Şêwirmendê Meclîsa Ruhanî ya Laleşê Xalid Nermo, di 3yemîn Konferansa Navneteweyî ya Kurdên Qefqasyayê ya li Tiflîsê de, kêfxweşiya xwe ji bo parastina piralîbûna olî û çandî ya ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve anî ziman.
Şêwirmendê Meclîsa Ruhanî ya Laleşê Xalid Nermo, bi bîr xist ku Kurdistan xwedî kevneşopiyeke hezar salî ya piralîbûna olî û çandî ye û diyar kir ku ew ji bo parastina vê rengînî, azadiya olî û rêûresmên baweriya Êzidiyan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve gelek kêfxweş e.
Nermo li paytexta Gurcistanê Tiflîsê, di çarçoveya 3yemîn Konferansa Navneteweyî ya Kurdên Qefqasyayê de ji peyamnêrê Rûdawê Kamez Şedadî re axivî. Wî tekez kir ku şandeyek ji bo nûnertiya civaka Êzidiyan di konferansê de amade ye û Êzidîtî xwedî nasname, kevneşopî û çandeke kevnar e.
Nermo di axaftina xwe de anî ziman ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piralîbûna olî, çandên cuda, azadiya derbirînê û bi taybetî azadiya pêkanîna rêûresmên olên resen ên wekî Êzidîtiyê diparêze û da zanîn ku ev rewş ji bo Kurdên li seranserê cîhanê cihê serbilindiyê ye. Herwiha wî Kurdistan wekî "baxçeyekî gulên rengîn" bi nav kir û got ku ola Êzidiyan yek ji gulên herî xweşik û resen ên vî baxçeyî ye.
Çavkanî: Rûdaw