
Ji Nivîskarê Me Hasan Doğan re Derbasbûyî Be
Hasan Doğan, ku ji ciwaniya xwe ve di nav siyaseta Kurd de ye û yek ji damezrînerên Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê ye, ji ber nexweşiya dil anjiyo bû.
Hasan Doğan, yek ji nivîskarên Dijital Kurdistan Newsê, ji ber nexweşiya dil anjiyo bû.
Doğan siyasetmedarek e ku ji ciwaniya xwe ve di nav siyaseta Kurd de cih digire. Doğan ji kevneşopiya Ala Rizgarî tê û îro yek ji damezrînerên Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê ye.
Xwendevanên me Doğan bi nivîsên wî yên wek "Heke Em Bibin Em", "Hişmendiya Neteweyî û Bêhnokek" û "Divê Em Li Ser Têgihîştinan An Li Ser Rastiyan Hûr Bibin?" nas dikin.
Em wek Dijital Kurdistan News ji nivîskarê xwe yê hêja re derbasbûyî be dibêjin û şifayeke bilez dixwazin. Em li bendê ne ku wî saxlem dîsa di nav xwe de û bi nivîsên wî li van rûpelan bibînin.