
Operasyona Şefeqa Yemenê: 427 milîsên Hûsî hatin kuştin
Artêşa Yemenê di çarçoveya 1119 operasyonên li parêzgehên Cewf û Taîzê de, 427 milîsên Hûsî bêbandor kirin.
Artêşa Yemenê encamên operasyona "Şefeqa Yemenê" ya li dijî Hûsiyên bi piştgiriya Îranê ragihand. Hat diyarkirin ku bi giştî 1119 operasyon hatine kirin û di vê pêvajoyê de 427 milîsên Hûsî hatine bêbandorkirin.
Operasyon bi taybetî li parêzgehên Cewf û Taîzê giran bûn. Li Cewfê bi balafirên şer, balafirên bêmirov, mûşek û topan, cihên komkirina Hûsiyan, kozikên leşkerî û wesayîtên lojîstîkê hatin hedefgirtin. Di encama van êrîşan de, çiya û xalên stratejîk ketin bin kontrola artêşê.
Li herêma Taîzê jî bi piştgiriya hêzên berxwedana gel, şerên giran li dijî milîsên Hûsî qewimîn; bi piştgiriya hewayî û topan, yekîneyên alîkariyê yên Hûsiyan hatin lêdan û pêşveçûna wan hat astengkirin. Di dema operasyonan de 142 wesayîtên veguhastina leşkerî yên Hûsiyan jî hatin rûxandin.
Fermandarê meydanî yê li herêma Cewfê Albay Rabî el-Qirşî ragihand ku artêşê li Çiyayên Huweyşiyan ên girêdayî navçeya El-Hazmê kontrola tam bi dest xistiye.
Çavkanî: Kurdistan24