
Çavdêriya Iraq a Kesk: Li Bexdayê Pisbûna Hewayê Gehîşt Asteke Metirsîdar
Çavdêriya Iraq a Kesk ragihand ku li Bexdayê pisbûna hewayê gehîştiye asteke pir metirsîdar û banga gavên lezgîn li dijî karxaneyên bêtorn kir.
Çavdêriya Iraq a Kesk di rapora xwe ya dawî de dîyar kir ku li Bexdayê pisbûna hewayê gehîştiye asteke pir mezin û metirsîdar û saziyên berpirsiyar li dijî wan cihên ku rêzê li pîvanên jîngehê nagirin bêdesthilat mane.
Li gorî raporê, di rojên dawî de dûmana karxaneyên kerpîç û asfaltê pisbûna hewayê zêde kiriye; hat ragihandin ku li paytextê nêzîkî 8 hezar çalakiyên bazirganî û pîşesazî yên qaçax û bêtorn ku li dijî qanûnên jîngehê ne berdewam dikin. Hat gotin ku taxa Besmaya ku wekî projeyeke nûjen hatibû çêkirin, ji ber karxaneyên asfalt û kerpîçan yên li derdora wê, bûye devera herî pis li Bexdayê.
Hate hoşdardan ku di meha zivistanê de ji ber xetereya tevlîbûna ava kanalîzasyonê di çemên Dîcle û Diyalayê de, dibe ku qutbûna avê rû bide. Heman demê hat destnîşankirin ku ji ber ku 48 rawestgehên kontrolkirina kalîteya hewayê li 11 parêzgehan gelek caran xera dibin, daneyên rast naye berhevkirin.
Raporê bîranî ku gazên jehrî dibin sedema krîza dil, cexta xwînê û nexweşiyên bêhnstandinê û di dema dirêj de nexweşiya kanserê zêde dikin; bi taybetî ji bo zarok, kal û pîr, jinên ducanî û nexweşên kronîk xetereyeke mezin çêdikin û daxwaz kir ku cezakirina lezgîn li dijî cihên qaçax bête bicîhanîn.
Çavkanî: Kurdistan24