Rojev

Li Rêya Çerxerê ya Geverê wesayiteke sivik a bazirganî wergeriya, ajokar birîndar bû
Li Rêya Çerxerê ya Geverê di saet 18.00an de wesayiteke sivik a bazirganî ji ber ku ajokar kontrola dîreksiyonê ji dest da wergeriya û di encamê de ajokar birîndar bû.
Li taxa Gungorê ya ser bi Rêya Çerxerê ya Geverê, di saetên 18.00an de wesayita sivik a bazirganî ya bi plaqeya 63 LH 707, piştî ku ajokar kontrola dîreksiyonê ji dest da ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirina kesên ku qeza dîtin, tîmên tenduristiyê, Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Geverê û polîsên trafîkê bo cihê bûyerê hatin şandin. Piştî destwerdana ewil a tîmên tenduristiyê, ajokarê birîndar E.T. bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û hat ragihandin ku metirsiya jiyanî ya wî nîne.
Çavkanî: Hakkari Objektif Haber