
Yüksel Genç: Dibe ku derketina Amedsporê ya ji bo Süper Ligê di aşitî û jiyana hevpar de bibe xwedî rol
Kordînatorê Giştî yê SAMERê Yüksel Genç diyar kir ku derketina Amedsporê ya ji bo Süper Ligê ne tenê serkeftineke werzişî ye, di heman demê de ji bo temsîliyeta nasnameya kurdî û anîna pirsgirêkên civakî ser rojevê derfeteke girîng e.
Derketina Amedsporê ya ji bo Süper Ligê, ji bilî ku klûb tenê wekî tîmeke futbolê bê dîtin, bi veguhastina wê ya bo qada temsîliyeta nasnameya kurdî re nîqaşên civakî û siyasî jî anîn holê. Kordînatorê Giştî yê SAMERê Yüksel Genç bal kişand ser ku bijartina navê "Amed"ê ji aliyê Amedsporê ve, niyeta klûbê ya ji bo bûn ango bûyîna sembola nasnameyê nîşan dide û ev nasname ji aliyê alîgiran ve hat e şekildan.
Genç diyar kir ku Amedspor di têkoşîna li dijî nijadperestî û dijminatiya jinan de, di anîna pirsgirêkên civakî yên ser rojevê de û di pêvajoya aşitî û entegrasyona demokratîk de dikare roleke girîng bigire ser milê xwe. Bi derketina klûbê re, siyasiyîbûna ciwanan û derketina dirûşmên bi kurdî yên li tribunalan jî bala mirovan kişand.
Bûyîna Amedsporê ya hem wekî klûbeke futbolê hem jî bi wateya ku alîgirên wê didinê re wekî semboleke civakî, wekî nimûneyeke zelal a gotina "futbol ne tenê futbol e" hat nirxandin. Genç diyar kir ku ji bo parastina vê nasnameya piralî ya klûbê, divê rêveber vê rastiyê ji bîr nekin.
Çavkanî: Güneydoğu Ekspres