
Ji bo hişyariya şekirê maratona duyemîn li Fakulteya Bijîşkî ya Zaxoyê hat li dar xistin
Li Zaxoyê bi beşdariya 550 kesî re, bi rêya maraton, konferans û festîvalê hişyariya li ser nexweşiya şekir hat zêdekirin.
Ji bo bala xelkê bikişînin ser giringiya jiyana bi liv û tevger di têkoşîna dijî nexweşiya şekir de, Fakulteya Bijîşkî ya Zaxoyê di çarçoveya Roja Cîhanî ya Nexweşiya Şekir de cara duyemîn maratona bezê li dar xist. Ev çalakiya ku beşek ji kampanyayeke berfireh a tenduristiyê ye û ji maraton, konferans û festîvalê pêk tê, nêzîkî peykerê "The Best" li ser Kordon Boyu ya Delalê dest pê kir. Kurdistan24 sponsorê ragihandinê yê vê çalakiyê bû.
Berpirsê organîzasyonê Dr. Hacir Hesen diyar kir ku îsal bi giştî 550 hezkiriyên werzişê beşdarî maratonê bûn ku ji wan 450 mêr û 100 jin bûn. Rêya bezê ji bo mêran 4,2 kîlometre û ji bo jinan jî 3 kîlometre hatibû plankirin.
Dr. Hesen got ku armanca sereke ya vê çalakiyê avakirina hişyariya civakî ye û bal kişand ser giringiya mezin a liv û tevgerê ji bo nexweşên şekir: "Werziş û çalakiya fîzîkî ji bo her kesî pêdiviyeke bingehîn e, bi taybetî ji bo nexweşên şekir liv û tevger tiştekî gelekî giring e." Piştî maratonê di festîvala ku hat li dar xistin de, broşûrên tenduristiyê hatin belavkirin û tîmên pispor li ser rêyên parastina ji nexweşiya şekir şîretên zanistî dan hemwelatiyan.
Çavkanî: Kurdistan24