
Çapa nû ya ferhenga Kurdî-Tirkî ya Zana Farqînî derket
Çapa nû ya ferhenga Kurdî-Tirkî / Tirkî-Kurdî (Kurmancî) ya ku ji aliyê Zana Farqînî ve hatiye amadekirin, bi rêya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tê peydakirin.
Çapa nû ya “Ferhenga Kurdî-Tirkî / Tirkî-Kurdî (Kurmancî)” ya ku ji aliyê Zana Farqînî ve hatiye amadekirin û ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye weşandin, gihîşt ber destê xwendevanan.
Farqînî li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku çapa nû ya ferhengê temam bûye û bi parvekirina wêneyê berhemê got: “Çapa wê ya nû derket; hûn dikarin ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê daxwaz bikin.”
Ev ferhenga ku bi zaravayê Kurmancî hem ji Kurdî bo Tirkî û hem jî ji Tirkî bo Kurdî bi awayekî dualî hatiye amadekirin, wekî weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tê çapkirin û rasterast bi rêya enstîtuyê tê peydakirin.
Çavkanî: Rûdaw