
Zêbarî: Vekirina Parlamentoyê dê Pêgeha Navneteweyî ya Kurdistanê Bihêztir Bike
Rêveberê Komîteya Bersivdana Raporên Navneteweyî Dîndar Zêbarî diyar kir ku ji nû ve destpêkirina karê parlamentoyê dê nav û dengê navneteweyî û saziyên demokratîk ên herêmê bihêztir bike.
Rêveberê Komîteya Bersivdana Raporên Navneteweyî Dîndar Zêbarî da zanîn ku ji nû ve vekirina parlamentoyê dê pêgeha navneteweyî ya Herêma Kurdistanê bilindtir bike û lezê bide saziyîbûna demokratîk.
Zêbarî tekez kir ku vekirina parlamentoyê desthilatên federal ên ku di xalên 117 û 121 ên Destûra Iraqê de hatine misoger kirin, bihêztir dike û erkên yasadanînê, çavdêriya hikûmetê û nûnertiya demokratîk ji nû ve çalak dike.
Her wiha, wî diyar kir ku ev pêşketin rasterast bi cîbicîkirina pêşniyarên Lêkolîna Periyodîk a Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UPR) ve girêdayî ye û parlamentoyê di reformên yasayî, çavdêriya saziyan û parastina mafên bingehîn ên wekî mafên jinan, kêmneteweyan û azadiya derbirînê de roleke krîtîk bilîze.
Zêbarî da zanîn ku bi çalakbûna parlamentoyê re, hevkariya di navbera hikûmet û parlamentoyê de dê zêde bibe û bi vî awayî pêvajoyên raporên navneteweyî dê bi bandortir bên meşandin.
Çavkanî: Kurdistan24