
Zelenskî ragihand ku wan êrîşeke hewayî birine ser Pira Kirimê
Serokê Ukraynayê diyar kir ku bi hevkariya SBU û Sererkaniya Giştî, wan operasyoneke hewayî ya ji heft qonaxan pêk tê li ser Pira Kirimê pêk aniye.
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî, bi rêya medyaya civakî ragihand ku wan êrîşeke hewayî birine ser Pira Kirimê. Hat diyarkirin ku êrîş bi koordînasyona Dezgeha Ewlekariya Ukraynayê (SBU) û Sererkaniya Giştî hatiye kirin û ev "operasyoneke bêhempa" bûye.
Zelenskî got ku êrîş ji heft qonaxan pêk hatiye û di vê pêvajoyê de sîstemên parastina hewayî, radar, amûrên şerê elektronîk û hedefên din ên hatine diyarkirin, gav bi gav hatine jinavbirin. Hat ragihandin ku di operasyonê de cureyên cuda yên firokeyên bêmirov û mûşekên "Neptun" û "FP-5 (Flamingo)" hatine bikaranîn.
Serok bal kişand ser wê yekê ku Rûsya her roj êrîşan dibe ser binesaziya Ukraynayê, bi taybetî li ser pirên li herêmên Zaporîjya, Dnîpropetrovsk, Kîev û Odesayê. Wî tekez kir ku potansiyela parastinê ya Ukraynayê bilind e û binesazî tê nûjenkirin.
Serokê rêveberiya Kirimê ya bi navê xwe, Sergey Aksyonov, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku piştî êrîşa li ser pirê, trafîk hatiye sekinandin. Hatibû diyarkirin ku pirê roja berê jî di encama êrîşekê de zirar dîtibû.
Çavkanî: Kurdistan24