
Pirtûka Helbestan a Zeynep Arasan “Dırvetia Khane” bi xwendevanan re hat cem hev
“Dırvetia Khane” ya ku bi zimanê Kirmancî/Zazakî hatiye nivîsandin, li Dêrsimê ji Weşanxaneya Fam û Minerva Kitap Kafe tê peydakirin.
Pirtûka helbestan a Zeynep Arasan ya bi navê “Dırvetia Khane”, bi etîketa Yenice Kitap hat weşandin û gihîşt xwendevanan. Pirtûk bi zimanê Kirmancî/Zazakî hatiye nivîsandin û li Dêrsimê ji Weşanxaneya Fam û Minerva Kitap Kafe tê peydakirin.
Nivîskar li herêma Dêrsimê (Mamekî) ji dayik bûye û bi çîrokên ku di dengê bavê wê de deng vedidan mezin bûye. Ev serpêhatî bûne çavkaniya îlhamê ya ku di helbestên wê de xuya dikin. Arasan, dema ku li Almanyayê jiyana xwe didomîne, rêwîtiya xwe ya nivîskariya bi zimanê Kirmancî/Zazakî jî berdewam dike.
Arasan, wêje û hunerê wekî naveroka jiyana xwe pênase kiriye û ew agahiyên ku li dibistan û kursan bi dest xistine, di xebatên civakî û çandî de jî bi kar aniye. “Dırvetia Khane”, hem hezkirineke takekesî ya ji bo ziman û hem jî armanca veguhastina bîra çandî ya herêmê bo nifşên pêşerojê dihewîne.
Çavkanî: Dersim Ekspres